Artêşa Sûriyê bi mebesta komên çekdaran bê bandor bike, ragihand ku li ser sînorê Tirkiyê dest bi operasyonê kirin. Artêşa Sûriyê bi rêya çepemaniyê ragihand “Artêşa Sûriyê ku berî heftiyekê çeteyên çekdar yên li dijî rejîmê ji bajarok û bajarên nêzîkê Şamê derxistibû, niha li ser sînorê Tirkiyê li pey wan e. Artêşa Sûriyê dixwaze wan bê bandor bike.” Di heman demê de artêşa Sûriyê li ser sînorê Libnanê jî dest bi operasyonê kir. Hêjayî gotinê ye, ji dema bûyer li Sûrî qewimîn heta niha, ev cara yekê ye artêşa Sûriyê operasyonên mezin li ser sînorê Tirkî û Libnanê dike.
Avestakurd