Serrûpel Nûçe Talîban jinek wiha înfaz kir (Vîdyo)

Talîban jinek wiha înfaz kir (Vîdyo)

Belav bike

Li Afganistanê, Talîbanê, li eyaleta Kabîlê li bajarê Parvanê, jinek bi îdiaya “zîna kiriye” li ber çavên zarok û bi sedan kesî qetil kir. Dîmenên qetilkirina jinê, ji aliyê hemwelatiyekî Afganistanî ve, bi telefonê hatiye kişandin. Pêşiyê, îmamê Talîbanê qala zînayê dike û dibêje, zîna gunehê herî mezin e û cezayê wê jî kuştine. Dûra militanekî Talîbanê, 6 guleya vera jinê dide. Di wê demê de, gelî gundiyan, bi militanê Talîban bi sloganên ”qehreman” destek dikin û tekbîran tînin.