Serokdewletê rejîma Sûriyê Beşar Esed bersiva pirsên televîzyona Alman da û got ku yên weke ‘Tirkiyê, Erebistana Sûidiyê ku alîkariya terorîstan dikin, plana Kofî Annan astengkirin.’ Her weha Esed got ku ew natirse ku dawiya wî weke Serokên Misir û Lîbya lê bê û got “Ti xalên min û wan yên hevpar weke hev tune ye.” Esed bal kişand ser Emerîkan jî û diyarkir ku ‘ew perçek ji pevçûnên di nava welatê wî de ne. Ji bo ku aramiya li Sûriyê xerab bike komên çeteyan avakir û piştgiriya siyasî dide wan.” Her weha Esed tekez li ser wê yekê kir ku ew erkê xwe nahêle û dê li ser erkê xwe bimîne û got “Divê Serokdewlet ji pirsan nereve û niha Sûriyê beramber pirseke neteweyî rû bi rû ye.”
Avestakurd