Barzanî li Encumena Wezîran pêşwaziya serokê Yekîtiya Nivîskar Kurd Kake Mem Botanî kir.
Di hevdîtinê de hejmarek endamên komîteya birêvebir ya yekîtiyê amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî li ser çalakî, karûbarên Yekîtiya Nivêskaran guhdarî kir ku ji aliyê Botanî ve hate pêşkêşkirin.
Botanî behsa kêşeyên ku ew rastî wan tên kir.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî rola yekîtiya Nivîskaran û nivîskarên Kurd bilind nirxand û diyar kir ku ew bi her awahî amade ye bibe alîkar ji bo çareserkirina wan kêşe û astengên li pêşiya kar û xebata Yekîtiyê.
Barzanî bal kişande ser demezirandina Yekîtiyê di sala 1975 de û rola wê ya berz di raperîna 1991 de.
Serokwezîrê Kurdistanê her wiha behsa pêwendiyên di navbera nivîskarên Kurd li hundirê welat û derveyî welat kir û got divê ew pêwendî xurttir bibin.
AVESTAKURD