Bi pakêta 3. a Darazê, kûjerên komkujiya Bahçelievlerê, Bunyamin Adanali û Unal Osmanagaoglu hatin berdan. Li ser vê niqaş dewam dikin.
34 sala berê, li Enqerê, li taxa Bahçelievlerê komkujiyek ji aliyê nijadperestan ve hatibû pêkanîn. Di wê komkujiyê de 7 TÎP’î (Partiya Karkerên Tirkiyê), hatibûn qetilkirin. Xuşka ji wan 7 kesan yekê a Gurcan Gurses, Sevgî Gurses Dogan, a ku li Antalyayê dijî, di derbarê berdana kûjeran de axifî:
“Li ser navê malbatan, dewlet nikare vana efû bike. Li ser navê min nikare efû bike. Ez efû nakim. Me rûxandinek jiya. Vê bûyerê di me de şopên kûr berdan. Hîn jî, ew roja yekşemê bûyer ku têne bîra min, ew êş û jan û trawma ku me jiya, wendabûna bav û dayika min, tê ber çavê min. Di malbata me de kenandin dîsa qedexe bû. Ez wana efû nakim.”
8ê Cotmeha 1978 an, roja yekşemiyê, li taxa Bahçelievlera Enqerê, 7 endamên TÎP’î, Serdar Alten, Hurcan Gurses, Efraim Ezgin, Latif Can, Osman Nuri Uzunlar, Faruk Erzan û Salih Gevence li malekê kom bûbûn. Ji wan kesek bi palgehê hat fetisandin, 4 kes ji nêz bi guleyan hatin kuştin û 2 kes jî li ser rêya Eskişehirê hatin kuştin.
Bi pakêta 3. a darazê, kujerên vê komkujiyê hatin berdan.