Serrûpel Nûçe Trajediya paneberên qaçax: 54 kes mirin

Trajediya paneberên qaçax: 54 kes mirin

Belav bike

 Roj nîne ku bi hezaran kes ji ber sedemên; siyasî, aborî, şer, civakî yan jî bi xewn û xeyalên jiyaneke xweş nedin ser rêka penabertiyê. Lê, li ser vê rêka qaçax jî bi hezaran kes dimirin, hin ji wan dibin qurbana mafiya, bazirganên însanan û hin ji wan jî termê wan nayê dîtin. Herî dawî 54 kes bûne qurban. Keştiyekê ku barê xwe 55 kesin ji Lîbya birê dikeve, lê hemû ji tîbûn û germahiya zêde mirin. Tenê kesek ji wan xilas dibe û agahiyên berfireh dide UNHCR. Li gor daxuyaniya UNHCR (Komsîeriya Bilind a NY’yê ya Penaberan) 54 kesên di vê keştiyê de mirîn piraniya xwe xelkê Erître û Somaliyê bûn.

 

Avestakurd