Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanî Mueyed Teybî ji diyarkir ku di navbera Hevpemaniya Kurdistanî û Hevpeymaniya Niştimanî ya Îraqê de ti civîn û diyalog pêk nehatine. Teyîb ji çapemeniyê re ragihand ku endam û aliyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Îraqê li ser projeya reformê lihev nekirine ku dixwazin bi rêvebiriya Kurdî re jî parve bikin. Teyîb bal kişand ser hin xalan der barê çareserkirina qeyrana li Îraqê heyî û got ku divê sîstema demokratîk û federal bê parastin û hikûmet li ser bingeha parvekirina dadmend a desthilatê bê avakirin. Her weha got ku divê hemû nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bêne çareserkirin. Hêjayî gotinê ye, berî demekê rojnameya Sebah ya Îraqê nivîsî bû ku “Dê li demeke nêzîk de Hevpeymaniya Kurdistanî û Hevpeymaniya Niştimanî ya Îraqê bicivin.”
Avestakurd