Serrûpel Nûçe Balyozê Sûriyê yê li Îraqê ji rejîmê veqetiya

Balyozê Sûriyê yê li Îraqê ji rejîmê veqetiya

Belav bike

 Wezareta Karê Derve ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de got “Balyozê me Newaf El Faris yê li Bexdayê bê ku destûr bixwaze, cihê karê xwe hêla.” Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Zêbarî, li Parîsê daxuyaniyek da rojnamegeran û diyarkir ku “Veqetîna Newaf El Faris li roja çarşembê (11.7.2012) ji nişkan ve balkêş bû, ji ber ku ew piştgirê rejîmê bû.” Her weha Zêbarî got ku niha El Faris li welatê Qeterê dimîne. 

Avestakurd