Serrûpel Nûçe Eliaçik: “Nimêj ne îbadet e“ (Vîdyo)

Eliaçik: “Nimêj ne îbadet e“ (Vîdyo)

Belav bike

Nivîskarê mutedeyîn û ûlahiyatnas Îhsan Eliaçik, beşdarî bernameya televizyonekê bû û bi awakî zelal anî ziman ku, nim1j ne îbadet e. Di bernameya “Rapora Êvarê” a di televizyona Haberturkê de, mijar, Elewîbûn û mêvan jî mirovê koma misilmanên antîkapîtalîst Îhsan Eliaçik bû. Eliaçik dibêje ku, di îslamiyetê de îbadet li mizgefta nayê kirin, di nav jiyanê de îbadet tê kirin. Nimêj ne îbadet e, rîtuel e. Nimêj, hereketên ku her tim tên dubarekirin in.
Îlahiyatnas Îhsan Eliaçik, li hemberî helwesta dewletê a ku nîşana hemwelatiyên Elewîyan dide jî rexne kir û diyar kir ku, dewlet nikare biryara, kuder îbadetxane ye bide. Tiştên ku li mizgeftan tên kirin ma îbadet e xane ku dewlet dibêje, mala cemê ne îbadetxane ye.