Ramûsandin, temenê mirovan qasî 5 sala kariye dirêj bike. Li gorî lêkolînerên Amerîkî, ramûsandin, pergala jêbexşiyê xurt dike û dibe sedema hîn dereng extiyarbûnê. Dîsa ramûsandin, bextewariyê didiye mirovan û aramiya mirovan zêde dike. Yanê, mirovên ku ramûsandinê hezdikin, tenduristiya wan hîn baş e, ew hîn kesên bextewar in û hîn zêde di nav aramiyê de dijîn.
Lêkolîn diyar dikin ku, her kes ji ramûsanê hez nake. Li Almanyayê, li gorî lêkolîna Ingelore Ebberfeld, ji her 10 kesan yek, ji ramûsandinê hez nake.
Dîsa, li welatên Asyayê di çanda wan de, ramûsandin, wek şerm tê qebûl kirin. Lêkolîner û civakzan Cristiane Cantauw, dibêje, li welatên Asyayê, tenê di jura razandinê ramûsandin wek şerm nayê dîtin.
Di sala 1990 î vir ve, her 6ê Tirmehê, li cîhanê, “Roja Maçkirinê a Cîhanê” hatiye qebûlkirin.