Serrûpel Nûçe Serokê Parlamentoya Kurdistanê serdana NAVEND kir

Serokê Parlamentoya Kurdistanê serdana NAVEND kir

Belav bike
Li navenda “NAVEND ji bo lêkolînên Kurdî” Arslan Bayîz ji aliyê serokê NAVENDê Metin Incesu ve hate pêşwazîkirin.

Incesu di destpêkê de kêfxweşiya xwe bi serdana Bayîz anî ziman û jêre bi kurtî behsa dîroka NAVEND û xebat û çalakiyên wê yên di nava Alman û Kurdan de ku li Almanya dijîn kir.

Ji aliyê xwe ve Arslan Bayîz diyar kir ku ew bi kar û xebatên NAVENDê kêfxweş in û ew her demê cihê şanazî û serkeftinê bû ye.

Her du alî her wiha li ser rewşa Iraqê, Kurdistanê û pirsên di rojevê de axifîn.

Di dawiya serdana xwe de, Arslan Bayîz serokê NAVEND Metin Incesu dawetî Kurdistanê kir.

Ji bo pêwendiya bi NAVEND re

NAVEND – Zentrum für Kurdische Studien e.V.
Bornheimer Str. 20-22
D- 53111 Bonn

Tel.: (0049) 228 – 652900
Fax: (0049) 228 – 652909
mail: info@navend.de
http:  www.navend.de

AVESTAKURD