hevdîtin pêk hatin, di encam de peyameneke ku ji çend xalan pêk tê hate îmzekirin. Gelo ev xal çi ne? Di nava van xalan de çi ji aliyan tê xwestin? Û divê çi pêk bînin? Li gor belavoka hatî belavkirin, peymana dawî li ser naveroka peymana berê ya Hewlêrê hatiye îmzekirin. Li ser wan xalên peymana Hewlêrê hatiye sekinandin. Piştî belavok di bin çavdêrî û Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji aliyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENKS’ê de hat îmzekirin, belavok hate belavkirin. Li gor belavokê peyman ji van xalan pêk tê :
“1. Divê Peymana Hewlêrê esas bê girtin û li gorî wê tevbigerin, madeyên têde werin pêkanîn, û ji bo pêkanînê dê mekanîzmayên pêwîst bên sazkirin. 2. Konseyeke bilind a hevbeş (Heyeyat Bilind a Kurdan) were sazkirin. Erka wê siyaseta giştî diyar bike û tevgera Kurdan di vê pêvajoya bi rê ve bibe. Di çêkirina hemû komîteyan de rêgeza wekhev (5+5) û di biryaran de lihevkirin esas bê girtin.
3. Sê komîteyên pispor bi hevkariya her du meclîsan (5+5) bêne sazkirin (Komîteya têkiliyên neteweyî û derve, Komîteya Xizmetguzariyê ya Meydanî û Sazkirina Seksiyonên wê li hemû bajar, navçe û gundan. Komîteya ewlekariyê û sazkirina seksiyonên wê ji bo parastina hemû bajar, navçe û gundan.
4-Divê reşkirinên li hemberî hev ên di çapemeniyê de bên sekinandin. 5. Qedexekirina hemû hewldanên tundiyê û hemû hewldanên dihêlin rewşa bajarên Rojaayê Kurdistanê aloz bibe, were şermezarkirin û redkirin.
6. Ligel Peymana Hewlêrê, divê ji bo pêkanîna quralan mekanîzmaya kar zelal dike, esas were girtin. 7. Piştî îmzekirina vê peymanê, divê di du hefteyan de komîteyên pêwîst bêne sazkirin.” Hêjayî gotinê ye, li gor peymana hatî îmzekirin divê her du alî pêgirî wê bin û nabe yek alî yek ji van xalan binpê bike.