Serrûpel Nûçe Divê PKK’ê beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe

Divê PKK’ê beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe

Belav bike

  

Ensarioglû der barê çalakiyên PKK’ê de ji çapemeniyê re axivî û got “Nedîtina PKK’ê di çareseriyekê de, dê bibe sedema bûyerên weha. Ji ber vê divê PKK’ê beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe û çareseriyek ji bo PKK’ê bê pêşkêşkirin.” Ensarioglû weha berdewamkir “Tundî bidawî nabe ger aliyek bê çareserkirin û PKK’ê neyê dîtin. Aliyê tundiyê PKK’ê ye. Çawa dê çareser bikin? Divê bibe perçeyeke ji plana çareseriyê daku tundî bidawî bibe.” Parlementerê AKP’ê der barê Serokê PKK’ê Ocalan de jî got “Hûn nikarin Ocalan têxin zîndana malê bê ku pirsa Kurdî çareser nekin. Civak vê qebûl nake. Ger pirsa Kurdî çareser bikin dê xwîn raweste, her kes dê têr bibe. Paşê jî ‘Ocalan têxin zîndana malê, efûyê derbixin’…ev dibin. Lê destpêkê nabe. Mercê sereke nabe. Ma meseleya Kurdan tev zîndana malê ya Ocalan e? Kurd ji bo vê mirin? Hûnê çareseriyê bibin ji PKK’ê re”

 

Avestakurd