Serrûpel Nûçe Rola çapemeniya elektronî di dema şoreşê de

Rola çapemeniya elektronî di dema şoreşê de

Belav bike

 

Aramnca vê Workshopê ya durojane veguhastina agahî û pirporiyan û danûstandin di navbera çalakvan, bloger, rojnamevan û sernivîserên malperên elektronî yên kurdên Sûriyê ye û bipêşvebirina karê wan ber bi bêtir karzanî û karmendî di warê çapemenî de.

 

Çapemeniya elektronî roleke mezin di dema guhartina ramyarî de dilîze. Ew mîna panelekê ji bo civaka şarewer e, ku ev yek jî alîkariya civakê dike, mîna odeyeke operasyonên vîrtûel ji bo kargêriya krîzê û mîna alavekê ji bo komkirin û danheva cemawerî û veguhastina agahiyan bi lez di dema qewimîna bûyerê de.

 

Di riya tor, kenal û riyên curecur û malperên danûstandina civakî mîna Facebook, Flicker, Google Maps û Skype û hinên din, ji bo çalakvana kenaline têkiliyê yên misoger û kêmbiha peyda dikin, ji bo agahiyan biguhêzin derve, ku sînor derbas dikin û berê xwe didin seranserî cîhanê.

 

Di riya çapemeniya elektronî, şoreşan li welatên bihara erebî bi giştî û li Sûriyê bi taybet, bingeh û hîmên gerdişî yên karê çaûemenî guhertin. Blog, Twitter û Fîlmên Video, yên ku çalakvan li ser Internetê belav dikin, alava tekane ye, ya ku hovîtiya rêjîma sûrî û artêşa wê di çewisandina xwepêşandêr û protestokerên aştîxwaz belge dikin û wêne, name û daxwazên wan ji bo raya navnetewî diguhêze.

 

Bi vê guhartin û qulipandina di bingehên karê çapmemenî de, çalakvan bi xwe rojnamevan e, ku aniha bi welatiyê rojnamevan, yê ku rojane bûyerê belge dike û diguhêze cîhana derve, tê naskirin û bi vê yekê tekadestiya rêjîmê li ser agahî û meydana çapemeniyê, bi dawî anî. Herwiha çapemeniya elektronî kenala têkiliyê ya tekane ye, ku di riya wê re guhastina agahiyan, belavkirina nûçeyan û belgekirina bûyerên ku li herêmên kurdî diqewimin, pêk tên, bêyî ku alavên ewleakr kari bin vê yekê qedexe bikin.

 

Ji bo agahiyên bêtir:

Ji bo beşdariya Workshopê divê pirsnameya tomarkirinê ya di pêvekê de bê dagirtin û li ser E-Peyamê bê şandin:

 

E-mail:  info@yasa-online.org

DEMA WORKSHOPÊ: 27-28 /07/2012