Serrûpel Nûçe Salvegera şehadeta Dr. Qasimlo

Salvegera şehadeta Dr. Qasimlo

Belav bike
13ê Tîrmeha 1989an, rêberî herî demokrat ê kurdan yê PDK-Î’yê Dr. Evdirehman Qasimlo, bi komployeke ku Serokomarê niha yê Îranê Ahmedînecad  jî tê de cîh girtibû, hatibû şehîdkirin. Gelê kurd û dostên kurda, ew roja reş wê ti cara, bibîranîna Qasimlo jibîr nekin.
Dr. Evdirehman Qasimlo, di sala 1930 î de li Bajarê Urmiyê li bajaroka Qamişlo hatiye dinê. Xwendiniya xwe a bilind, li Prag û Parîsê temam kir. Bi Serokomarê berê ye Fransayê Fransua Miterand re li heman polê xwend. Qasimlo, hîn di xortaniya xwe de di nav refên PDK-Î’yê de cih girt. Di damezrandina Komara Kurd a Mehabadê de jî, wek xortekî Kurd hin peywir da ser milê xwe.
Dr.Qasimlo, bi navê “Kurd û Kurdistan” pirtûkeke ku wergerandine gellek zimanan nivîsandiye. Dîsa gellek lêkolînên zanistî kirine.
Qasimlo 6 ziman zanibû. Bi Nesrîm Xanimê re ku eslê wê Çek e (navê Nersrîn) piştre girtiye re zewicî. Ji wê zewacê 2 keçikên wan çêbûn.