Serrûpel Nûçe Erdogan: Dixwazin Leyla Zana bê deng bikin

Erdogan: Dixwazin Leyla Zana bê deng bikin

Belav bike

 Erdogan di 4’emîn Kongreya Wanê ya AKP’ê de axivî. Erdogan di axivitina xwe de bal kişand ser nirxandina Zana ya der barê çareserkirina pirsa Kurdî de. Erdogan diyarkir ku hewl didin Parlementera Bajarê Amedê Leyla Zana bê deng bikin û got “Ji bo çareseriyê hêviya xwe anî ziman. Daxwaza hevdîtinê kir. Me ligel Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li Enqereyê hevdîtin pêk anî. Der barê çareserkirinê de me şêwira xwe pê re (Leyla Zana) kir. Bala xwe bidinê, hevdîtina birêz Zana ligel me, anîna wê ya hêviya çareserkirinê ser ziman, BDP’ê û rêxistina terorê bi awayekî cidî adizkir. Gelek daxuyaniyên hişk dan. Niha bi rêka zext û gefan hewl didin birêz Zana bitirsînin, wê bê deng bikin.” Erodgan bal kişande ser BDP’ê jî û îdîakir ku ‘ne BDP’ê yekane partiya Kurdan e, AKP’ê yekane partiya Kurdan e.”

 

Avestakurd