Serrûpel Nûçe “Ocalan piştevaniya Leyla Zana dike”

“Ocalan piştevaniya Leyla Zana dike”

Belav bike

  

Li gor rojnameya Rûdawê jî, ev hevdîtin rastin û Serokê PKK’ê Ocalan niha mijûlî amadekirina 7 xalan e ji bo nexşerêyekê û piştgiriya parlementera bajarê Amedê Leyla Zana dike. Îlhamî Işik ku yekî nêzîk ji gotûbêjên di navbera dewleta Tirk û Serokê PKK’ê Ocalan de tê naskirin, der barê van hevdîtinan û rewşa 0calan de ji Rûdawê re axivî. Işik dibêje “Ocalan vê carê gotineke cuda ji carên berê nekir. Ew niha mijûlî nivîsandina nexşerêyeke din e bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ku ji 7 maddeyan pêk tê. Di heman demê de piştevaniya axaftinên Leyla Zana dike.” Her weha Îlhamî Işik dibêje ku berî Leyla Zana axivitina xwe ya der barê çareseriyê de bike ligel Serokê PKK’ê axivî ye û weha dibêje “Bi baweriya min, Leyla Zana berî van axaftinan bi rêya telefonê ligel Ocalan gotûbêj kiribûn.” Işik dibêjê jî ku ” Îngilîz navbeynkariya MÎT û PKKê dikin. Adem Uzun nûnertiya PKKê di van gotûbêjan de dike. Gengaz e Cemîl Bayik bi haydarbûna Karayilan serperiştiya proseya gotûbêjên ligel MÎTê dike.” Işik dide diyarkirin ku her projeyeke Ocalan pêşkêşî bike dê PKK’ê wê qebûl bike û weha pêdeçû ” Hikûmet ji aliyekî dixwaze gotûbêjan ligel Leyla Zana pêkbîne, ji aliyekî din jî ligel birêz Apo gotûbêjan dike, ji ber dizane ku bêyî Apo çareserî ne mimkin e.” Û got “Ji dema ku serkirdatiya PKKê pêngavên pêwîst bo çareseriyê navêje, ev însyatîfa Zana di xizmeta çareseriyê de ye. Xwesteka Zana heman xwesteka PKKê û BDPê ye, lê însyatîfeke serbixwe ye. Birêz Zana divê derfetê nede ku ev însyatîfa wê li dijî PKKê û BDPê bê analîzekirin.” Işik weha berdewamkir ” Apo eger pêdagirî ser her projeyekê bike, Qendîl wê razîbûna xwe li ser nîşan bide.” Bi heman mijarê ve girêdayî Seyîd Firat ku yek ji koma aştiyê bû li sala 1999’ê dibêje ” Ez bi dirustî nizanim ka di vê qunaxê de gotûbêj ligel Îmraliyê tên kirin yan na. Lê bêtiriya van kesên ku ez ligel wan axivîme di wê baweriyê de ne ku Leyla Zana di gotinên xwe de piştgerma Ocalan e.” Firat di dirêjahiya gotinên xwe de dibêje “berî 3 mehan Leyla Zana digot çek garantiya Kurdan e, piştî vê dema kurt çawa dikare di hevdîtineke rojnameya Hurriyetê de piştevaniya çareseriya sivîl bike, eger gotina Ocalan ligel wê nebe. Lê dîsan jî rastiya van şîroveyan wê bi derbasbûna demê diyar bibe.” Her weha Firat dide diyarkirin ku Emerîka li pişta vê proseyê ye û got “Amerîka piştevana sereke ya vê proseyê ye. Li gor vê senaryoya ku tê behs kirin, PKK wê ligel hatina meha Remezanê agirbestê îlan bike û ligel dirêjiya agirbestê jî wê biryara rawestandina şerê çekdarî bide. Proseya çekdanîna dawiyê jî wê piştî van du qunaxan bê gotûbêj kirin.”

 

Avestakurd