Agar ku ji meha Avrêlê were di zîndana Yenîpazar ya Aydinê de ye, li gor rojnameya Radîkalê ya Tirkî niha ew mijûlî nivîsandina raporekê ye der barê çareserkirina pirsa Kurdî. Mihemed Agar ku li serdema wî gelek Kurd hatin kuştin, gelek karên tarî, revandin, û kuştinên ‘kiryarên wan nediyar’ hatin kirin, dibêje “Em ê şaşitiyên berê dubare bikin, yan jî em ê dersan ji wan derbixin? Ez ya duyê hildibjêrim.” Li gor Agar, mercê sereke di pirsa Kurdî de çekdanîna PKK’ê ye. Agar dide diyarkirin ku heta dawiya salê dê vê xebata xwe bidawî bike û bide Wezîrê Dadê. Ger birêz Wezîr bixwaze dê pêşkêşî Serokwezîr bike. Agar dibêje ku ‘ez dixwazim li serê çiyan li şûna dengê çekan dengê çûkan bikin’ û dibêje ku “kilîta vê çareseriyê Erdogan e.” Her weha piştgiriya hewldanên Leyla Zana dike û dibêje ku “divê mirov kor be ku vê yekê nebîne.” Mihemed Agar dibêje ku ev pirs bi çek nayê çareserkirin û got “Her kes di nava vê qederê de ye. Hate dîtin biçek û terorê encam nayê girtin. Aramî tevahiye. Em hemû durist bin. Gelek tê gotin. Hinekî bê dengî divê. Destpêkê em baweriyê çêkin.”
Avestakurd