Newaf Faris diyarkir ku kuştina hemû fermanan Esed dide û Esed El Qayîde bikar tîne. Faris weha got “Êrîşên di meha Gulanê de li dijî avahiyan pêk hatî û di encama van teqînan de 55 kes hatîn kuştin nimûneya vê yekê ye. Di van êrîşan de yek ji endamên îstîxbaratê nemir, yên hatîn kuştin hemû sivîl bûn. Berî teqînê bi 15 deqeyan hemû karmendên îstîxbaratê ji wir dûr ketibûn. Esed di van êrîşan de mifayê ji El Qayîde dibîne.” Faris got ku El Qayîde bê rejîmê yek êrîşê pêk nayîne û Esed El Qayîde bikar tîne. Faris weha pêdeçû “Meseleya El Qayîde heta dema dagirkirina Îraqê diçe. Piştî ketina Sedam ji bo tekoşîna li dijî Emerîka bi alîkariya min, hin komên çekdar ji Sûriyê derbasî Îraqê bûn. Destê rejîma Sûriyê di gelek kuştinên li Îraqê dibûn de heye.” Faris got jî ku baweriya kesekî bi Esed nedihat û weha got “Baweriya kesekî bi Esed nedihat. Hêviya me ya reforman hebû, lê hemû derew derket. Esed di nava dinyaya xwe de dijî, nîşana kesekî têgihiştî nade. Berûvajî, li şûna rêvebertiyê bike ew tê birêveberin. Ji aliyê kesên xurt di nava malbatê de û Rûsya ve tê birêveberin.”
Avestakurd