Duh, li ber Serokwezareta Tirkiyê, gellek nûçegîhanên çapemeniyê kom bûbûn ku, hatina Serokê Partiya Hasê Numan Kurtulmuş tomar bikin. Hîn berî hevdîtina serokwezîr Erdogan û Kurtulmuş, jîpêkê Rang Rover, têde 4 heciyên rî dirêj, dîrek hatine ber deriyê serokwezaretiyê. Polîsan wana rawestandin û xwestin ku jîpa xwe bikişînine dereke din. Vê rewşê zêde bala çapemeniyê kişand û hemî kameran zivirîne ser Rang Rovera heciyan.
Heciyan bi polîsan re îfade kirin ku, wana dawetname ji serokwezîr re anî ne. Heciyên bi Rang Rover, dawetnameya xwe radesta polîsan kirin û ji wira dûr ketin.
Rang Rovera ku heciyan bikardihanî, bihayê wê jîpê, 500 hezar lîre ye, yanê nîv trîlyon e.