Serrûpel Nûçe Kurdistanê perçek erd da Emerîka

Kurdistanê perçek erd da Emerîka

Belav bike
 Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina avahiya Konsulxaneya Emerîkî bi awayekî fermî perçek erd terxan kir. Li gor MHHK’ê, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr, di merasimek taybet de girêbesta dayîna perçek erd ji bo Emerîka di navbera Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Konsulê Emerîka Aleks Laskrîs hat îmzekirin. Der barê dayîna perçek erd de, Konsulê Emerîkî Aleks Laskrîs axivitinek kir û got ku “Dayîna perçek erd ji bo avahiya Konsulxaneya Emerîka li Herêmê, pêngavek din ji bo pêşxistina têkiliyên dîplomatîk yên navbera Emerîka, Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.” Her weha ev pêngav bi girîng bi nav kir.

 

Avestakurd