Piştî ku Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya peymana di navbera Kurdistanê û Tirkiyê di warê petrola xav de, weke destpêk 5-10 tirimbêlên mezin yê petrolê dest bi veguhestina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê kirin û got dibe ev asta veguhestina petrolê bigihe heta 100-200 tirimbêlan di rojê de, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Elî Debax daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku veguhestina petrolê ji aliyê Tirkiyê ve ne qanûnî ye. Her weha Elî Debax diyarkir ku petrol malê hemû Îraqiyane, lewma her veguhestineke petrolê bibe divê di bin çavdêriya Hikûmeta Navendî de bibe. Debax got “Tirkiyê bi vê kiryara xwe dibe şirîkê petrola qaçax û xwe têxe nava rewşeke nedaxwazkirî ji aliyê dewletên cîran ve ku berjewendiyên wê yên mezin hene ligel Îraqê.” Debax got jî “Ev pirs bandorê li têkiliyên di navbera her du welatan de dike bi taybet di warê aborî de.”
Avestakurd