Serrûpel Nûçe Arinç: Li Amedê BDP’ê sûc kiriye

Arinç: Li Amedê BDP’ê sûc kiriye

Belav bike

 Arinç piştî Civîna Wezîran der barê mitînga Amedê de daxuyanî da çapemeniyê. Arinç diyarkir ku liser ku Walîtiyê biryara qedexekirina mitîngê daye, BDP’ê xelk herkandiye kolana û BDP’ê serkêşî jê re kiriye û weha pêdeçû “Ev aşkere sûce. Berdewam berdewam Hevserokê Giştî yê BDP’ê û parlementer axivitin kirine ku biryara Walîtiyê nasnakin, her weha bi xwe xelk daxistine kolana, li dijî biryara Walîtiyê hatine, li berxwedane, biryar tunekirine. Sûc hatiye kirin. Bê guman beramber vê isirarkirinê karmendên ewlekariyê neçar mane berpirsiyariya xwe bi cih bînin.” Hêjayî gotinê ye, li roja 14’ê Tîrmehê hêzên Tirkiyê bi awayekî tund êrîşî gel kiribûn, bi dehan kes birîndar bûbûn (di nav de parlementer jî), bi dehan kes hatibûn binçavkirin, liser ku mitîng aştiyane bû.

 

Avestakurd