Mizgîn Hesko ji aliyê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê mamoste Hesen Silêvaneyî û rêveberên Yekîtiyê ve bi germî hate pêşwazî kirin. Her weha Yekîtiya Nivîskaran biryar da li roja pêncşembê (19/7/2012) şeveke helbestxwendinê ji bo helbesetvan Mizgîn Hesko li dar bixe. Mizgîn Hesko der barê serdana xwe ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê de ji Avestakurd re got “Bi rastî bi vê serdana xwe ez gelek keyfxweş bûm. Ji ber ku min gelek nivîskar û kesayetiyên hêja dîtin. Gelek sipas ji bo mamoste Hesen Silêvaneyî û rêveberên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ku bi germî pêşwaziya me kirin.” Mizgîn Hesko der barê şeva xwendina helbestê de jî ku dê li roja pêncşembê (19/7/2012) li demjmêr 6:30 yê êvarê li hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê bixwîne got “Ji bo min derfetek zêrîne, cihê serbilindiyê ye ku li perçeyek din û di nava nivîskarên Kurd yên Duhokê de bixwînim. Ev cara yekê ye ku ezê li perçeyek din yê Kurdistanê helbestê xwe bixwînim, bê guman ev ji bo wateyek cudaye û mezine. Ji niha de gelek sipas ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê.” Hêjayî gotinê ye, helbestvan Mizgîn Hesko li sala 1973’yan li Rojavayê Kurdistanê (gundê Şelhûmiyê) ji dayîk bûye. Dibistana amadehî qedandiye. Ji sala 1996’ê were li Almaniya dijî. Heta niha gelek helbestên wê di Kovar, Rojname, Malperên Kurdî de belav bûne. Berhemên wê yê çapkirî ev in: 1. Tîpên evînê. 2. Asoyekî tije Endeko. 3. Di nav henasên kovanan de. 4. Li ber pala welatekî birîndar diherikîm.
Avestakurd