Piştî 7 meha,hîn jî Roboskî û şêniyên gundê Roboskiyê di bin tehdît û bala rayedarên dewletê de ne. Gundî, ji bo ku siyasetmedarên Kurd, hunermend, saziyên sivîl, kesayetên naskirî û mêvanên xwe karibin pêşwazî bikin, li Roboskiyê xwestine konekê nekin. Ji aliyê leşkeran ve, kon vedan tê astengkirin. Bi hinceta ku gundiyan destûr ji wan negirtiye.
Fermandarê Alaya Bajêr a Cendermeya Şirnexê Osman Aslan, gundiyan tehdît dike. Ferhat Encuyê ku, di komkujiya Roboskiyê de birayê xwe wenda kiribû û ku berdevkiyê Roboskiyiyan dike, ji aliyê fermandar ve tê tehdît kirin. Fermandarê cendermeya Şirnexê Osman Aslan ji Ferhat Encu re dibêje, “dema te jî wê were.”
Di vîdyoyê de bi zimanekî eşkere Ferhat encu hatiye tehdît kirin.