Parlementera Wanê Aysel Tugluk, beşdarî doza KCKê a parêzeran bû û piştî rûniştina dozê daxuyaniyên balkêş dan. Tugluk, “Parêzerên ku li vira têne darizandin, tenê ji bo ku parêzeriya birêz Ocalan kirine tên cezakirin. Ji her kirina parêzerin birêz Abdullah Ocalan dewlet agahdar e. Ger darizandinek lazimbe were kirin, bila rayedarên dewletê û yên li ba wan jî werine darizandin.”
Aysel Tuglukê wiha dewam kir, “Di rûniştina îro de wek rûniştinên dozên KCKê yen din, hevalê me yên parêzer ku tên darizandin, daxwaz kirin ku bi zimanê dayikê parastina xwe bikin. Lê dadgehê ev daxwaziya wan qebûl nekir. Bi vê biryarê careke din demokrasiya Tirkiyê wenda kir. Em dipirsin, ji bo ku hûn vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin, we bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin, protokol derketine holê, hatin amadekirin, di çarçova ev protokolana de birêz Ocalan jî daxuyand ku, em êdî ji diyalogê derbasa muzakereyan bûne. Hûn çima gorî ew protokolana tevnagerin?
Hûn çima naveroka ew protokolana ji civakê û gel re eşkere nakin? Ji vir banga min a ji dewletê re ev e, naveroka ev protokolana bi gel re eşker bikin. Xaleke din a ku lazime bi gel re were eşkere kirin jî ev e, hevdîtina heta qonaxekê dewam kir, çima û bi çi hincetê, kê hevdîtin birîn?
Min jî parêzeriya birêz Ocalan kir. Di sala 99 an de heta 2005 a, her ku ez çûme hevdîtinê, her tim birêz Ocalan qala biratiya gelan, aşîtiyê û çareseriya bi diyalogê kir.”
“Birêz Ocalan, aktorê pirsgirêka Kurd e. Ji PKKê cuda nêzikbûn, şaşiyeke pirr mezin e. Ku bi kê re şer tê kirin, bi wî re jî aşîtî tê kirin.”