Serrûpel Nûçe “Bi dewletê re emê pêwendiyên xwe qut bikin“

“Bi dewletê re emê pêwendiyên xwe qut bikin“

Belav bike

Parlementer û Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, di destpêka daxuyaniya da çapemeniyê de, berxwedana gel slav kir. Di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, dewletê bi bombe û çekan êrîş bire ser gelê Amedê û hovitiyek jiyandin da.
Tugluk, di daxuyaniya xwe de got:  Li Tirkiyê, êdî demokrasî û mafên mirovan hatiye rawestandin. Hele ku mijar Kurd e, hiquq  jî tê rawestandin. Li amedê bi awakî eşkerefFaşîzm, faşîşma AKPê li ser gel hate meşandin.  BilaErdogan ji me re qala demokrasiyê, qala mafên mirovan neke. Me li Amedê demokrasiya wan baş dît. Em li hemberî wan çokê naşikînin, ev gela li hemberî wan çoka naşikîne. Em ê rûmetiya xwe tercîh bikin. Ji bo azadiya pêşeroja me, çi berdêl be, em ê bidin.  Wana li vira ne xwediyê gotinê ne. Li vira gelê Kurd, gelê Kurdistanê xwediyê gotinê ye…
Bila baş zanibin, em siyasedmedar jî ti cara gelê xwe tenê nahêlin. Em karin û zanin gelê xwe biparêzin jî. Bila nebêjin gel Kurd tenê ye. Em zilm û zordariya wan hîç qebûl nakin. Li vira ez banga hemû gelê Kurdistanê dikim, li hemberî vê zalimtiyê, li hemberî vê tinekirinê, li hemberî vê bêhiquqiyê, berxwedan û serhildan mafekî gerduni ye. Bi vê dewletê re îcab bike, em ê hemû pêwendiyên xwe qut bikin…