Di êrîşê de wezîrê hundir, wezîrê parastinê, cîgirê serokê Erkanê û zavayê Beşar Esed Asif Şewket û gelek kesên din hatine kuştin.
Tê gotin, kesê ku êrîş pêk anîye yek ji zêrevanên wezîrê parastinê be.
Cihê ku teqîn lê çêbû, yek ji taxên herî bi ewle ye û gelek konsolxane û sefaret li wê derê hene.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Al Şamî.
Televîzyona Sûriyê dibêje, wezîrê hundir birîndar e û rewşa wî ne xeter e.
Artêşa Azad dibêje, kesê ku êrîş kiriye, xwe xelas kiriye û ew niha li cihekî ewle ye.
Çavdêrên eskerî dibêjin ku Şam û beşekî mezin ji Sûriyê ji bin kontrola Beşar Esed derketiye.