Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên diyarkir ku prosey ya stendina baweriyê ji Malikî bi dawî nebûye. Li gor Aknewsê, Husên got “Proseya lêpirsîna li Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî didome û têk neçûye, lê prose diçe parlementoyê û wê çaxê dê diyar bibe ka dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî heye yan na ku ev jî pêwîstî bi biryara siyasî heye.” Her weha Husên got ku Lîsteya Îraqiye, Erebên Sunî û Şîîa bi awayekî aşkere li dijî vê aloziyê ne û hinek ji lîsteya Hevpeymaniya Niştîmanî jî li dijî vê yekê ne. Husên der barê mijara reforman de jî got ku ew projeya reformê nêrîna wan e. Fuad Husên behsa Sedir jî kir û got ew bawer nake ku Sedir xwe ji vê mijarê vekişandibe.
Avestakurd