Serrûpel Nûçe “Kurd ne yek deng in“

“Kurd ne yek deng in“

Belav bike

 Beşîr Atalay beşdarî bernameya televîzyona Haber Turkê bû û der barê pirsa Kurdî de bersiva pirsan da. Atalay diyarkir ku “Hewldan û xebata me ji bo çekdanînê ye. Paşê aliyên vî karî dê rehetiyê bibînin. Ew jî di bin zextê de ne. Bixwe di rewşeke zor de ne.” Atalay li ser pirsa ‘dê çawa tundî bidawî bê’ de weha got “Gelek aliyên vê mijarê hene. Dema em li Kurdan mêze dikin ne yek dengin. Me hewl da em vê pirsê baş şîrove bikin, fêm bikin, lê di hin mijaran de me zehmetî dît di fêmkirinê de. Di nava xwe de hin tişt hene bi xwe re nakokî ne. Dema tiştek erînî bû te hew dît tundî derket, her tişt hilweşiya.” Atalay balê dikişîne ser PKK’ê û dibêje ku di nava xwe de gelek nakokî hene û weha pêdeçû “Bi taybetî li aliyê PKK’ê gelek nakokî hene. Di nava vê pêvajoyê de gelek hevdîtin pêk hatin. Gelek kes hatin guhdar kirin. Li wir bê biryariyek mezin heye, tê gotin lê paşê jê gavê paş de diavêje, li ser gotina xwe nasekine…Bê çekdanîn axivitina bi duristî nayê kirin. Ev mijar heta ku teror û tundî heye durist nayê nirxandin. Niha hewldan û xebata me ji bo çekdanînê ye. Paşê aliyê ku vê mijarê diaxivin dê rehet bibin. Ew di bin zextê de ne. Bixwe di rewşeke zor de ne.” Her weha Atalay der barê destûra Tirkiyê de jî got ku ‘bi vê destûrê nabe, divê ev destûr bêguhartin.”

 

Avestakurd