Li gor nûçeya BBC’yê, li wîlayeta Chhattisgarh ya Hindîstanê, gelek nexweşxaneyên taybet ji bo pereyên sîgorteya dewletê bidest bixin, bi hezaran jin bi hênceta ‘metirsiya penceşêrê heye’ xapandine û malzarokên wan jêkirine. Li gor daxuyaniya berpirsên wîlayetê di nava 6 mehan de malzarokên 2 hezar jinan zêdetir ji aliyê nexweşxaneyên taybet ve hatine jêkirin. Li gor Wezîrê Tendirustiya Wîlayetê Amar Agarwal, heta niha navê 34 nexweşxaneyên taybet, 9 doktor û 34 sîstaran di nava vê bûyerê de aşkere bûne. Her weha hat gotin ku di nava 30 mehan de malzarokên 7 hezar jinan hatiye jêkirin. Wezîr diyarkir ku der barê vê bûyerê de lêpirsîn didomin.
Avestakurd