Serrûpel Nûçe SACP xelat da Ocalan

SACP xelat da Ocalan

Belav bike

SACP, (Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr), 13.Kongreya xwe lidarxist.  Partiya Komunîst,  xelata sembola têkoşerê azadiya Gelê Kurd, da rêbere Rêberê PKKê Abdulllah Ocalan. Kongre, li eyaleta Natal li bajarê Ongoyê pêk hat. Di kongre de, ji bo ku Ocalan zêdetir were naskirin û qebûlkirin, xelata sembola têkoşerê azadiye danê.
Sekreterê Giştî yê Partiya Kominîst Blande Nzimande, di kongre de axifi û got, “Ocalan mirovekî şoreşger, enternasyonal, şervan û sembola têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Herwiha Blande Nzimande diyarkir ku, Rêberê PKKê, li îmraliyê, di nav mercên dij mirovahiyê de tê girtin û got, “Ocalan girtiyekî siyasi ye. Têkoşîna wî li dijî dagirkerî û emperyalîzmê ji bo rizgariya  gelê Rojhilata Navîn dewam dike.” 
Xelata venasîna Ocalan, ji aliyê berdevkê înisiyatîfa “ji bo Ocalan azadî” yê Raîner Heîder ve hat wergirtin.
Dîsa, li kongra Partiya Kominîst (SACP) a ku pênc salan carekê tê lidarxistin, ji bo serkeftin û têkoşîna kesayetên wekî Serokdewletê Kûbayê Raul Castro, Şoreşgerê efsanewî Ernesto Che Guevara jî xelat hatin dayîn.
Di 2010 an de jî, SVACê (Komîteya Gaziyan) a Afrikaya Başûr, xelata aşîtiyê dabû Ocalan.