Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad, piştî êrîşa întiharî, cara ewil derkete holê. Esad, tevlî merasîma sondxwarina wezîrê parastinê yê nû yê Suriyê Fahad Kasim el Freij bû.
Esad, di êrîşa ku duh li hemberî avahiya ewlekariyê hatibû lidarxistin de, Wezîrê Parastinê Davud Racha, Cîgerê Serfermandariya Suriyê û zavê Esad Asif Şewket û Cîgirê Wezîrê Parastinê jiyana xwe ji dest dabûn.
Di êrîşê de, Wezîrê Hundir Îbrahim El Şaar jî giran birîndar bûbû. Di derberê Esad de jî nûçeyên cuda derdiketin û dihat îdiakirin ku, Esad birîndar bû ye. Heta di hin nûçeyan de derbas dibû ku Esad jî di êrîşê de miriye.
AVESTA KURD