Karayilan di axivitina xwe de li ser mijarên weke; bûyera mitînga 14’ê Tîrmehê, daxwaza Kurdan û rewşa Serokê PKK’ê, hewlesta AKP’ê û siyaseta wê ya derve sekinî. Li gor Karayilan ji ANF’ê re axivî, mitînga Amedê binketina AKP’ê bi navkir û got “ Rejîma AKP’ê di 14’ê Tîrmehê de li Amedê careke din rûyê xwe yê rast nîşan daye. Tişta li wir pêk hat mirov tenê dikare jêre bêje faşîzm e; pêkanîna mêtîngeriya hovane ya nijadperest e… Li Amedê yê ya li hemberî berxwedana gel bin ket AKP ye.” Karayilan bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Ocalan û daxwazên gelê Kurd û weha pêdeçû “Gelê Kurd dixwaze bi Tirkiyeyê re bijî, lê belê tu carî teslimiyeteke bê rûmet qebûl nake. Gelê Kurd azadiya Rêbertiyê û Xweserî dixwaze. Ev yek pir aşkere û zelal e. Siyaseta Kurdan, saziyên sivîl ên Kurdan, gerîlayên Kurd û gelê Kurd, hemû dostên wan vê yekê dixwazin. Li Tirkiyeyê her kesên alîgirên demokrasiyê û aşitiyê vê yekê dixwazin. Divê dewleta TC (komara Tirk) vê yekê baş bibîne. Divê şefên AKP’ê yên li ser dewletê jî vê yekê baş bibînin… AKP’ê bi lêdan, girtin, kuştin hewl dide ku vî gelî biçewisîne. Ev yek ji bilî pêkanîna zihniyeteke komkuJ-faşîzst, ne tu tiştek dine .” Her weha Karayilan diyarkir ku AKP`ê hêviyan tune dike û got “Heta îro li holê pêkanîna qirkirina siyasî hebû, li hemberî vê jî hin aliyên dikevin nava hêviyên “gelo zemîneke siyasî heye an na?”. Lê AKP’ê di 14’ê Tîrmehê de li Amedê bi pêkanîna faşîzma xwe van hêviyên biçûk ên dawiyên yên van derdoran jî tune kirine û qetil kiriye. Tişta hat kirin ev e.” Karayilan bal kişand ser şerekî tunekirinê li hemberî wan û got “Ev şer destpêkê bi pêşxistina sîstema îşkecen û tecrîda giran a li ser Îmraliyê hat meşandin; li hemberî siyaseta Kurdan jî operasyonên qirkirina siyasî di bin navê KCK’ê de bi awayeke berfireh pêk hatin. Lê li hemberî van êrîşan hemûyan, di serî de Rêber Apo û hevalên bi wî re, hemû gelê Kurd, siyaseta Kurdan û bi taybet jî gerîlayên azadiyê berxwedanake mezin nîşan dan; li ser vî esasî, hikûmeta AKP’ê bi binketinê re rû bi rû hişt.” Karayilan di berdewamiya axivitina xwe de got ku siyaseta AKP’ê ya li derve jî têk çûye û weha got “Lê AKP ne tenê di têkoşîna li hemberî me de bin ketiye. AKP’ê li seranserê Rojhilata Navîn polîtîkayeke binketî pêk aniye” û wiha domand; “Got bi cîranan re ‘ sifir pirsgirêk’, lê îro bi hemûyan re pirsgirêk heye, bi tenê ma. Ji ber wê jî AKP çawa di pirsgirêka Kurd de bin ket, di polîtîkaya xwe Rojhilata Navîn de jî bi ser neket.” Der barê daxwaz û bangên agirbestê de jî ku yek ji wan kesan nivîskar Cengîz Çandar bû, Karayilan diyarkir ku zemîna agirbestê tune ye û gok li aliyê Erdogan e, weha got “Me berê gelek caran ji bo rojên pîroz agirbest îlan kir. Di dema AKP’ê de bi awayekî fermî û demdirêj me 5 caran agirbest îlan kir. Bi dehan carî me agirbestên demdirêj û dihatin wateya aştiyê me pêk anî. Lê zîhniyeta AKP’ê ev yek her tim wekî ku em qels in bi nav kir û ji xwe re kir derve û xwest divê demê de derbeyê li me bixe. Ger ev wisa aşkere xuya bike, em çawa dikarin pêngavên nerm biavêjin. Em di bin êrîşeke dijwar de ne. Em ê li dijî van êrîşan li ber bidin û ev jî deynê me ye. (…) Ez bawer im kesên van bangan dikin, beşeke mezin ji vana bi niyeteke baş dikin. Ez jî vê bangê li wan dikim; Ji kerema xwe re xwe carekê bixin şûna me. Ji bo carekî empatî bikin. Ger ku rêbertiya we ya ku hûn dilsozê wî ne, di bin îşkenceyê de be, ev salek be tu agahî jê nehatibe girtin, 8 hezar kesên ku ji bo nasnameya gelê xwe têdikoşe û xebarên qanûnî dimeşîne avêtin zindanan, ciwanên we, jin, zarok rastî îşkeceya polîs bê û bên qetilkirin, her wiha li dijî hebûna we êrîşeke topyekun hebûya we dê çi bikira? Ji ber vê yekê jî bila kes bê rumetiyê li me ferz neke. Em bi wijdan bin. Em empatiyan bikin. Em adîl tevbigerin. Ger ku daxwaza rawestina şer hebe biçin cem Erdogan, gok bi wî re ye. Ji ber ku her tişt di bin destê wî de ye. Ger ew pêlê alarmê bike dê her tişt pêk were. Di vê rewşê de ji me xwestina jestê, tê wateya ‘teslîm bibin.” Karayilan weha berdewamkir “Hemû aliyê bi wijdan, hemû saziyên civaka sivîl divê vê mijarê bifikire. Li gorî agahiyên kum in girtine bi teşwîqa AKP ne tenê hin derdorên alîgir an jî hevkar, derdoarên civaka sivîl di nava hewldana bangewaziyê de ne. Ev teqez tê wateya çewisandina gelê kurd ya AKP’ê. Ev parçeyeke teslîmgirtinê ya projeya AKP’ê. Di vî warî de divê saziyên civaka sivîl yên demokratîk û durust li vê baldar bin. Me her tim li dijî bangên wan rêz nîşan da. Me cidî girt. Em hê jî digirin. Lê ez li vir vekirî dibêjim. Divê tu kes piştgiriyê nede siyaseta çewisandina gelê kurd ya ku AKP ji her alî de pêk tîne. Divê ji bo vê zemînê ava neke.” Dîsa got ” Em her tim mehên Remezanê û cejnên olî bi hurmeteke mezin pêşwazî dikin. Heta ku ji destê me hatiye me polîtîkayên aştiyane pêk aniye. Lê mixabin hikûmeta AKP’ê ji bo vê zemîn nehiştiye.”
Avestakurd