Serrûpel Nûçe “Hikûmeta Îraqê mafên Herêmê nade“

“Hikûmeta Îraqê mafên Herêmê nade“

Belav bike

Erdogan piştî vegera xwe ya ji Rûsyayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Erdogan li ser daxuyaniya Hikûmeta Îraqê ku gotibû „Tirkiyê bê destûra me petrolê dibe, qada me ya hewayî binpê dike“ got “Li Îraqê perçebûn tuneye. Li Îraqê Federalî heye, wîlayet hene. Derveyî Başûrê Îraqê (Herêma Kurdistanê) wîlayet hene. Nedayîna Hikûmeta Navendî ya Îraqê mafên Başûrê Îraqê (Herêma Kurdistanê) pirsgirêkan derdixe…“

 

Eerdogan wiha berdewam kir: „Dema Rêveberiya niha sozên dayîn pêk neanî rewşa nexweş ya niha derkete holê. Em Hêvî dikin ku ev pirs derbas bibin û aşitî pêk were.”  Her weha Erdogan der barê binpêkirina qada hewayî de jî got “Tenê êrîşên me li dijî  herêma terorê heye. Wan bi xwe ji min re got hêza me têra herêma terorê nake. Ew nebalefirên me ne ku behs dikin. Ew balefir ya welatekî din e. Û daxuyanî jî ew welat dê bike.”

Avesta kurd