Serrûpel Nûçe Malikî Îraqê ber bi dewleteke leşkerî ve dibe

Malikî Îraqê ber bi dewleteke leşkerî ve dibe

Belav bike

 Piştî bi dehê salan gelên Îraqê ji zilm, şer û komkujî û zimanê leşkerî yê Sedam xilas bû û hêvî û xewnên xwe ew bû ku di nava welatek demkoratîk, raman azad û dûrî şer û leşkertiyê bijî, niha Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî giranî daye aavakirina dewleteke leşkerî. Malikî ku niha bûye dîktatorek û hejmara leşkerên Îraqê zêde dike, hemû dezgehên ewlekariyê xistiye destê xwe, di hevdîtina ligel Şêwirmendê Serokê Emerîka yê Ewlekariya Neteweyî Toni, daxwaz ji Emerîka kir ku artêşa Îraqê ji hemû aliyan ve amade bike. Malikî bê ku guh bide qeyraana siyasî ya li Îraqê, bê ku çareserkirina pirs û aloziya heyî cidî bigire û çareser bike hewl dide dewleteke leşkerî avabike. Lewam Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Malikî kesekî metirs li ser welatê Îraqê dibîne û di her axivitin û nirxandineke xwe de bal dikişîne ser vê metirsiyê ku Malikî welatê Îraqê ji demokarsiyê dûr dike. Ev e jî metirsiyeke mezine li ser maf û jiyana gelên Îraqê.

 

Avestakurd