Serrûpel Nûçe Mizgîn Hesko li Duhokê helbestên xwe xwendin

Mizgîn Hesko li Duhokê helbestên xwe xwendin

Belav bike

 Li demjmêr 6:30’ê êvarê bi amadebûna gelek endamên Yekîtiyê û mêhvanan û li ber dengê mûzîka hunermend Îzedîn Temo helbestvana Kurd Mizgîn Hesko li dora 50 deqeyan helbestên xwe yên cur be cur bi awayekî serkeftî xwendin û bû cihê razîbûna amadevanan. Di dawiyê de helbestvan Mizgîn Hesko sipasiyên xwe pêşkêşî Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok û endamên wê û Serokê Yekîtiyê kir ku ev derfet danê ku helbestên xwe bixwîne û ji bo xwe pêngaveke girîng bi nav kir. Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekê ye û dê necara dawî be ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok bi çalakiyên weha pîroz radibe û hemû nivîskarên perçeyên din yên Kurdistanê bigermî pêşwazî dike û dergehê mala xwe ku ya hemû nivîskarên Kurd e vedike. Heta niha Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi sedan pirtûk çapkirine û çalakî li dar xistine. 

 

Avestakurd