Serrûpel Nûçe Kurdan li Efrînê jî dest danîn ser rêveberiyê

Kurdan li Efrînê jî dest danîn ser rêveberiyê

Belav bike

 Li Rojavayê Kurdistanê piştî li roja 19/7/2012’yê Kurdan li Kobanî dest danî ser rêveberiya bajêr, îro jî (20/7/2012) xelkê Efrînê dest danî ser hemû sazî û dezgehên Hikûmî. Li gor agahiyên hatîn bi dest xistin, xelkê Efrînê li serê sibehê dest bi êrîşkirna ser dezgeh û saziyên Hikûmeta Baas kiriye û niha rêveberî di destê Kurdan de ye. Ji aliyekî din ve Yekîneyên Parastina Gel erkê ewlekariyê hilgirtiye ser xwe. Her weha hat zanîn li Qamişloyê xetên telefon û înternetê hatine qutkirin.

 

Avestakurd