Li gor hatî ragihandin, xelkê bajarê Dêrika Hemko ji şevê din heta demjmêrên vê sibehê di nava amadekariyên ragihandina rêvebertiya xwe de bûn. Îro (21/7/2012) li demjmêrên sibê xelkê bajêr dest danî ser hemû dezgeh û saziyên hikûmeta Baas. Niha di vê kêliyê de hemû dezgeh û saziyên Hikûmeta Baas di destê Kurdan de û xelkê Dêrikê xwedî rêvebertiya xwe ye.
Avestakurd