Li 19/7/2012’yê xelkê Kobanî hemû dezgeh û saziyên Hikûmeta Baas bê ku şerek yan pevçûnek biqewime xistin destê xwe û rêveberiya xwe ragihandin. Li 20/7/2012’yê jî, li demjêmrên sibehê xelkê Efrînê jî xwe ji bo dest danîna li ser rêveberiya Hikûmeta Baas amadekir. Û kêlî bi kêlî xelkê Efrînê ku bi dehê salane li benda rojek weha bû ber bi dezgeh û saziyên Hikûmeta Baas ve dimeşin, bê ku pevçûnek biqewime rêveberiyê têxin destê xwe. Lê, duhî (20/7/2012) li bajarê Qamişloyê dema dewriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li nava Qamişloyê digeriya rastî êrîşekê hêzên rejîma Sûriyê hat û pevçûn di navbera her du aliyan de qewimî. Li gor hat zanîn, yek ji endamên YPG’ê birîndar bû. Der barê vê bûyerê de heta niha agahiyên berfireh nehatine zanîn. Hêjayî gotinê ye, çavlirêye ku piştî Kobanî û Efrînê bajarên din jî yên weke Qamişloyê, Dêrik û bajar û bajarokên din rêveberiya xwe ragihînin.
Avestakurd