Serrûpel Nûçe Li Oremarê helîkoptera Tirkiyê ket (Vîdyo)

Li Oremarê helîkoptera Tirkiyê ket (Vîdyo)

Belav bike
Li bajarê Celemergê, navçeya Geverê, li qereqola Oremarê helîkoptereke artêşa Tirkiyê, piştî demeke kin ku rabû kete xwarê. Di encama ketina helîkopterê de 4 leşkera jiyana xwe ji dest da ye. Hat ragehandin ku, di helîkopterê de 2 pîlot û 7 leşker hebûne. Ji wan 4 leşkera jiyana xwe wenda kiriye û leşkerên din jî birîndar bûne û rakirine nexweşxanê û xistine bin dermankirinê. Tê îdiakirin ku, ji ber pirsgirêkeke teknîkî helîkopter ketiye. Di vîdyoyê de, li cihê bûyerê dîmen hene.