Jiyana bi deh hezaran Kurdên li Şamê jî dimînin kete nava metirsiyê û asê man. Bi taybetî li deverên weke Zorava, Spênê û cihên din ku nêzîkî Şamê ne ji ber sedemên tobarana rejîmê li deverên nêzîkî wan û pevçûnên di navbera rejîmê û çekdaran de êdî Kurdan nikarî ji malê xwe derkevin. Ji deverên ku şer heyîn jî gelek malbatên Kurdan berê xwe dane Zorava, bi sedan malbat li kolana man. Şirketa Ciwan jî 4 tirimbêlên rêwiyan ji bo rizgarkirina malbatên Kurdan ji Qamişloyê ber bi Şamê ve birêkirin. Lê di rê de di navbera pevçûna çekdar û leşkerên artêşê de asê man. Dema tirimbêl gihiştin bajarokê Nebek yê nêzî Şamê, ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin gulebaran kirin. Di encam de şifêrê tirimbêlê Menal Behrî jiyana xwe ji dest da û şifêrên din; Elae Ebas, Ramî Hewas û şifêrek din bi giranî birîndar bûn.
Avestakurd