Serrûpel Nûçe Şam û Heleb dişewitin!

Şam û Heleb dişewitin!

Belav bike
 Şam û Heleb di nava agir de ne, dişewitin! Piştî teqîna mezin ya li Şamê û kuştina berpirsên bilind yên rejîma Sûriyê, gelek çekdarên artêşa Azad daketin kolanên Şam û Heleb. Artêşa rejîma Esed jî li Şamê dest bi operasyonên berfireh li taxên Qabûn, Berzê, Mezê, Kefer sûsa, Haresta, Dûma û gelek deverên din kiriye. Hêzên rejîma Esed van deveran dibe ber topan, bi balefiran bombebaran dike. Hat zanîn di encam de gelek kes hatine kuştin, gelek birîndar hene û bi sedan avahî hilweşiyane. Li gor agahiyên Kurdên li Şamê radigihînin, 4’emîn tugaya di bin fermandariya Mahir Esed de bi van êrîşan radibin. Kurdên Şamê jî di nava agir de mane asê. Her weha bajarê Heleb jî bûye navenda teqînan û roj nîne teqîn û pevçûn li Heleb neqeqimin bi taybet di nava van rojên dawî de. Hêjayî gotinê ye heta niha pevçûn û teqîn li van her du bajaran berdewam dikin û duhî  (21/7/2012) 130 kes hatine kuştin.

 

Avestakurd