Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpyevîneke taybet de ligel kanala El El Cezîra ya beşê Îngîlîzî bersiva pirsên der barê hebûna kampên perwerdekirina ciwanên Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê de da. Serokê Herêma Kurdistanê got ku kampa perwerdekirina ciwanên Kurdên Sûriyê heye û armanc ji vê perwerdê ew e ku ciwanên tên perwerdekirin vegerin Sûriyê û deverên xwe biparêzin. Her weha got “Hin ciwanên ku ji Rojavayê Kurdistanê reviyane herêmê, hatine perwerde kirin. Ji ber ku em naxwazin bi awayekî raste rast destê xwe bixin nav rewşê.” Serokê Herêmê di berdewamiya axivitina xwe de got “Lê, heta niha ciwanên ku hatine perwerde kirin bo Sûriyê nehatine şandin, lê dê bêne şandin. Ji ber ku piştî vekişîna hêzên rejîma Sûriyê divê valatiya heyî bê dagirtin.” Serokê Herêmê got jî “Ev hêza han ji Kurdên artêşa Sûriyê veqetiyane û revîne Herêma Kurdistanê pêk hatiye û fermanê jî ji Encumena Bilind ya ku beriya 2 hefteyan li Hewlêrê pêk hatî, werdigire.” Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bal kişand ser rewşa şandina vê hêzê û got “Ew hêz heta niha jî li Herêmê ne û dema Encumena Bilind ya Kurdên Sûriyê pêwîstî bi wan hebe dê bên şandin heke na, dê li benda rewşê bimînin. Ji ber ku ew hêz, xelkê wê deverê ne û dê her vegerin welatên xwe û mebest ji vê jî tijîkirina valatiya ewlehiyê ye.” Bi vî awayî Serokê Herêma Kurdistanê bersiva hemû nûçe û gotûbêj û îdîayên der barê mijara pêşmergeyên ku dê derbsî xaka Sûriyê bibin de da û rewş wan ronkir.
Avestakurd