Şêx Ednan Mihemed El Erûr li ser pirseke bêjerê kanaleke televîzyoneke Ereb ku li ser Youtube jî hat belavkirin der barê ragihandina Rêveberiya Herêmên Kurdan de got “Ew ê rê nedin, rê nedin, rê nedin Sûriyê bê perçekirin. Em rê nadin aliyên Tayifî, Nijadî û Milî. Wê mafê we hebe, dê mafê herkesî hebe. Çawa mafê me heye dê mafê Kurdan jî weke me li vî welatî hebe. Dê cudahî di navbera kesekî de nebe. Bila Kurd baş li ser vê yekê bifikirin.” Ango mabesta Şêx Ednan ew ku her dîsa Kurd dê weke berê hemwelatiyên Sûriyê bin, nasnameya erebî di berîka wan de be û tenê mafê ew e bêje “ez Sûrî me” û li ser nasnameya wî nivîsî be “welatiyê ereb yê Sûriyê.”
Avestakurd