Di nûçeya qenala Al Arabiyê de hat ragihandin ku Tîmên dewlatê îro roja 23.07.2012, di Zîndana Helebê de 15 Zîndanî kuştine û 45 jî birîndarkirine.
û her wiha di Zîndana bajarê Humisê, keçek bi çûk ku bi dayka xwe re di Zîndanê de ye ji ber barandina xazê mir, û ji berî 2 rojan tîmên dewlatê 3 Zîndanî kuştine.
Rewşe Zindaniyan di Zîndana bajarê Helebê û Humisê de gelekî dîjware, û Zîndanî di bin gefa kuştinê de ne.
Bang û hawara Zîndaniyan ji cîhanê û sazî û dezgehên navnetewî ku wan ji kuştinê biparêzin.