Serrûpel Nûçe A.Tugluk: Avnî Ozgurel peyama dewletê ji PKKê re bir

A.Tugluk: Avnî Ozgurel peyama dewletê ji PKKê re bir

Belav bike

Hevseroka KCDê û Parlementera Wanê Aysek Tugluk, ji bo rojnameya Tarafê gotarek nivîsand. Tugluk, di nivîsa xwe de, qala serdana rojnamevan Avnî Ozgurel a çend meha berê, a ku çûbû Qendîlê û bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan re hevpeyvîneke dirêj kiribû dike. 
Tugluk dibêje, “dema Avnî Ozgurel li ser navê dewletê bi PKKê re hevdîtin çêkir, peyama dewletê a, “çekan berdin em ê dûra li rewşê binêrin” ragihande PKKê. Ancax bersiva ku girt, qet xweşiya dewletê neçû ye.”
Tugluk, di heman nivîsa xwe de a bi sernavê “Bi AKPê re di pirsgirêka Kurd de çareserî nîne”, bêhêvîtiya xwe tîne ziman û argumanên ku çima AKP nikare pirsgirêkê çareser bike rêz dike.
Tugluk îfade dike, Erdoganê ku dibêje “pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka hemwelatiyê min ên Kurd heye”, hêvî kirina bi Erdoganê ku 10 sale desthilatdar e, ancax mirov kare bi bêhêvîtiyeke kûr îfade bike.