Serrûpel Nûçe Rûsya nexşerê ya çareserkirina Sûriyê ragihand

Rûsya nexşerê ya çareserkirina Sûriyê ragihand

Belav bike

 Serokdewletê Rûsyayê Putin, di serdana Serokê Îtalya Mario Monti ji Rûsyayê re, rojnamegeran der barê rewşa Sûriyê de pirs kirin. Putin di bersiva pirsan de got “Başe, ezê bi kurtî dîtinên me der barê çareserkirina qeyrana Sûriyê de bînim ziman: Berî her tiştî divê li Sûriyê çek rawestin. Dîtina me gava yekemîn ew e ku agirbest bê ragihandin. Paşê Rêveberiya Sûriyê û muxalif ji bo hevdîtinan li dora mêzê rûnin. Piştî vê,  ji bo ka dê Sûriyê welatek çawa be, destûrnameyek çawa, bê amadekirin. Piştî van her du qonaxan ka dê kî rêvebertiya Sûriyê bike bê rojevê. Lê, niha berûvajî vê tê kirin. Ger di vê rêyê de israr bidome dê berê Sûriyê bikeve qeyraneke mezin. Hûn dikarin ji vê bawer bin.”

 

Avestakurd