Di bernameya bi navê “Rapora Êvarê” a li ser ekranê Haberturkê, nivîskar û rojnamevan Serdar Turgut îdia kir ku, demeke dirêj e Barzanî û Talabanî bi Tirkiyê re dixebitin. Dibêje, ew ne tiştekî veşarti ye. Bi rast jî Tirkiye, bi salan e a ku çandiye êdî hatiye qonaxa çinînê. Tirkiye wê bi Kurd û PKKê re çareseriyên baş bibîne.
Turgut, di bernameyê de, pesna wezîrê karêderve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dide û dibêje, stratejiya wî qezenc kir.
Di derbarê pêvajoya li Suriyê de jî dibêje, Amerîka û Îsraîl, mecbûr in ku di mijara Suriyê de bi Tirkiyê re tevbigerin. Çimkî berjewendiyên wan di vê de ye. Têkiliyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de jî wê di demeke kin de sererast bibin. Çimkî berjewndiyên me di vê de ye.
Hêjayê gotinêye, Serdar Turgut, pirr caran bi gotin û nivîsên heqaretwarî di mijara Kurd û Kurdan de dike. Di nivîseke xwe de ji bo stranbêja Kurd Rojînê gotibû, “ez ê wê rakime çiya û bi xwe re bikime koleyê seksê.”