Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, beşdarî televizyonekê bû û di mijara Suriyê de pirs bersivandin. Erdogan dibêje, “Rejîma Esad, Rojava (ew dibêje bakurê Suriyê) bi temamî ji wan re hîşt û vekişiya. Em qet destûrê nadin ku PKK li wira bi sazîbûn bibe. Di vê xalê de ku çi pêwist be em ê bikin. Hesasiyeta Tirkiyê a di mijara “rêxistina terorê” de diyar e. Sazîbûna li Qamişlo Tirkiyê nerehet dike.”
“Heta niha hikumeta Iraqê ji bo êrîşên me yên Iraqê nikare tiştekî bibêje. Herêma Kurdistana Federel jî vê normal dibîne…”
Hefta pêş me Davutoglu dişîne Kurdistana Başûr, ” Ez ê hefteyî pêş me wezîrê xwe yê karêderve bişînima Kurdistana Başûr.”
“Li derên ku PKK bi cih bûye, ger êrîşek were kirin, tavilê em ê hereket bikin. Ev mafekî me yê xwezayî ye…”